Гуру Песен Популярное
А Б В Г Д Е Ж З И К Л М Н О П Р С Т У Ф Х Ц Ч Ш Э Ю Я
# A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U V W X Y Z

Şivan Perwer û Şîrîn - Welat çiqas xweş û rind e (курдская музыка) | Текст песни

Pesni.guru - сайт для Гуру

Welat ciqas xweş û rind e keçikê lê lê
Mirov tê de serbilind e delalê lê lê
Lê me ne rez û ne pez e keçikê lê lê
Cih û warê me qet tune delalê lê lê
Ez dizanim welat xweş e lawiko lo lo
Bê welat jiyan nameş e delalo lo lo
Ger em welat rozgar bikin lawiko lo lo
Kes namîne bi bextê reş e delalo lo lo
Destê min li dawa te ye keçikê lê lê
Xew û xwarin li min tune delalê lê lê
Destê xwe di destê min ke keçikê lê lê
Ev doza ya min û te ye delalê lê lê
Destê min di destê te de lawiko lo lo
Te kengê got min guh ne da delalo lo lo
Gava te got min fermo lawiko lo lo
Tev rabin di riya doza xwe de delalo lo lo
Mirim bi gilî û gazincan keçikê lê lê
Bûm Şivanê kul û derdan delalê lê lê
Hinek rabûn doz ajotin keçikê lê lê
Zû westiyan û bi nîvî berdan delalê lê lê
Sûnda min bi navê Kurdistan lawiko lo lo
Ev doza qet nayê berdan delalo lo lo
Lew fêrbûne bi fikrê karker lawiko lo lo
Emê hildin ala Kurdistan delalo lo lo

Folklor a kurdî


Статистика страницы на pesni.guru ▼
Просмотров сегодня: 2
Видео
Нет видео
-